Li Nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê xizmetên tenduristiyê bi temamî rawestiyan

Gazze
Hat ragihandin ku li Nexweşxaneya Şifayê ya li Xeta Xezeyê ku artêşa Îsraîlê serdagirt xizmetên tenduristiyê bi temamî rawestiyan.
Çavkaniyeke ji Nexweşxaneya Şifayê ya ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku artêşa Îsraîlê Filistîniyên ku xe sipartine Nexweşxaneya Şifayê li hundir girtine.
Çavkanî eşkere kir ku li Nexweşxaneya Şifayê ya artêşa Îsraîlê serdagirt xizmetên tenduristiyê bi temamî rawestiyan û got ku "Ji ber ku xizmet rawestiyan jiyana bi sedan nexweş û birîndaran di xetereyê da ye. Herwiha birînên mirovan dirizên, ev jî dibe ku bibe sedema nexweşiyên şewbî."
Çavkaniyê ragihand ku eskerên Îsraîlê Filistîniyên ku xwe sipartine wir li hundir digire û nahêle kes ji nexweşxaneyê derkeve yan jî bikevê û got ku hêzên Îsraîlê li beşa diyalîzê ya Nexweşxaneya Şifayê bi cî bûne û beşên din jî dorpêç kiriye.
Çavkaniyê Filistînî destnîşan kir ku rewşa li Nexweşxaneya Şifayê gelekî trajîk e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.İsrail ordusu, Gazze'deki Şifa Hastanesinin yoğun bakım bölümünü vurdu
— Anadolu Ajansı (@anadoluajansi) November 14, 2023
Hasta ve yaralıların tahliye edilmeye çalışıldığı anlar görüntülere yansıdı https://t.co/pyzh4i304h pic.twitter.com/f7qHi6v9hh