Dinya

Li New Yorkê di şewatekê de 9 ji wan zarok 19 kesan canê xwe ji dest da

Li bajarê Bronx a New Yorkê di şewata ku di avahiyekê de derket de, 9 ji wan zarok 19 kesan canê xwe ji dest da.

Mücahit Oktay  | 10.01.2022 - Rojanekırın : 11.01.2022
Li New Yorkê di şewatekê de 9 ji wan zarok 19 kesan canê xwe ji dest da

New York

Li bajarê Bronx a New Yorkê di şewata ku di avahiyekê de derket de, 9 ji wan zarok 19 kesan canê xwe ji dest da.

Şêwirmendê Eric Adamsê Mayorê New Yorkê Stefan Ringel ew yek pesend kir ku hejmara miriyên di şewata nava avahiyê de gihiştiye 19an û ragihand ku 9 ji wan zarok in, herwiha 13 birîndar jî li nexweşxaneyê rewşa jiyana wan di metirsiyê de ne.

Departmana Îtfaiyeya New Yorkê (FDNY) ragihand ku di qatên jorî yên apartmana 19 qatî ya ku agir girtiye de, sakinên avahiyê ji ber dû bi jehrî ketine.

Hat ragihandin dermankirina birîndarên ku di avahiya agirgirtî de asê mabûn li nexweşxaneyên dewrûberê didome. Herwiha metirsî heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın