Dinya

Li Nepalê hejmara kesên di protestoyên qedexeya çapemeniyê da hatin kuştin derket 72yan

Elif Gültekin Karahacıoğlu  | 15.09.2025 - Rojanekırın : 15.09.2025
Li Nepalê hejmara kesên di protestoyên qedexeya çapemeniyê da hatin kuştin derket 72yan

Ankara

Li Nepalê hejmara kuştiyên protestoyên ku ji ber qedexeya çapemeniyê dest pê kirin, derket 72yan.

Li Nepalê hejmara kuştiyên xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku di 4ê Îlonê da ji ber qedexekirina platformên wekî Facebook, Instagram, WhatsApp, YouTube, X, Reddit û LinkedInê dest pê kirin, derket 72yan.

Ji ber protestoyên ku bûn sedema birîndarbûna zêdetirî 2 hezar kesî, zirar gihîşt avahiyên fermî û malên siyasetmedaran.

- Protestoyên li Nepalê

Li Nepalê platformên wekî Facebook, Instagram, WhatsApp, YouTube, X, Reddit û LinkedInê ji ber ku di maweya destnîşankirî da serî li Wezareta Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyê ya Nepalênedan û xwe qeyd nekirin, di 4ê Îlonê da hatibûn ragirtin.

Wezaretê eşkere kiribû ku platform heger îznê bistînin dê di heman rojê da bên vekirin.

Li ser vê yekê xwepêşandêrên ku piraniya wan ciwan in, ji bo protestokirina îdiayên gendeliyê û biryara qedexekirina medyaya civakî, ber bi avahiya parlamentoyê dest bi meşê kiribûn.

Ji ber zêdebûna bûyerên tundiyê, li hin herêmên paytextê qedexeya derketina derva hatibû ragihandin.

Piştî bûyeran hikûmeta Nepalê ragihandibû ku ew ê qedexeya medyaya civakî bi dawî bikin lê Wezîrê Karên Navxweyî Ramesh Lekhak, Wezîrê Çandinî û Heywandariyê Ramnath Adhikari û Wezîrê Avê Pradeep Yadav ragihandibûn ku wan ji peywira xwe îstifa kir.

Lê li welêt hêrsa xwepêşandêran bi van daxuyaniyên îstifayê daneynîbû û xwepêşandêran vê carê berê xwe dabûn avahiyên fermî û her wiha avahiyên siyasetmedaran.

Li ser vê yekê, artêşa Nepalê bi helîkopteran wezîr ji malên wan texliye kiribûn.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Nepalê ya 9ê Îlonê da hatibû ragihandin ku Serokwezîr Khadga Prasad Sharma Oli ji ber protestoyên tund û bertekên dijî hikûmetê îstifa kir.

Her wiha xwepêşandêran avêtibû ser tesîsên girtîgehan, avahiyên îdarî agirdadayî kiribûn û derî dabûn ser piştê. Ji ber vê yekê li giştiyê welêt ji zêdeyî 25 girtîgehan, zêdetirî 15 hezar mehkûmî firar kiribû.

Sushila Karkiya Seroka berê ya Dadgeha Bilind a Nepalê di 12ê Îlonê da wekî serokwezîra berwext sond xwaribû û dest bi peywirê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın