Dinya

Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeka bi pileya 7.4an çêbû

Emre Aytekin  | 13.09.2025 - Rojanekırın : 13.09.2025
Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeka bi pileya 7.4an çêbû

Beijing

Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeka bi pileya 7.4an çêbû.

Saziya Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 111 kîlometre li rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatsky li ser vê nîvgiravê ye.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku erdhej 39.5 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbûye û pileya wê 7.4 e.

Di 30ê Tîrmehê da jî erdhejeke bi pileya 8.8an li herêmê çêbibû.

Heta niha nayê zanîn ka qurbanî yan zirarên madî çêbûne yan na.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın