Li Nîvegirava Qirimê balafira neqliyeyê ket û 29 kes tê da mirin
Moskova
Hat ragihandin, li Nîvegirava Qirimê ku Rûsyayê dereqanûnî îlhaq kiriye, balafireke neqliyeya eskerî ya ku cote motorên wê hene û cureya wê "An-26" e, ket û 29 kes tê da mirin.
Li gor nûçeya ku TASSa ajansa nûçeyan a Ûris spart Wezareta Parastina Rûsyayê, duh li nîvegirava Qirimê bi balafira neqliyeyê ya ku cureya wê "An-26" e û cote motorên wê hene ra têkilî qut bû.
Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê gihîştin cihê ku balafir lê ket û hat gotin ku 23 rêwiyên balafirê û 6 muretebat tê da mirine.
Li gor tesbîtên ewil balafir ji ber erizeyeke teknîkî ketiye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
