Dinya

Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 714an

Ömer Faruk Yıldız  | 14.04.2021 - Rojanekırın : 14.04.2021
Li Myanmarê jimara kesên bi destê hêzên asayîşê hatin kuştin derket 714an

Kuala Lumpur

Di protestoyên ku li Myanmarê dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin kirin da jimara kesên di midaxeleya hêzên ewlehiyê da hatin kuştin derket 714an.

Li gor rapora rojane ya Saziya Alîkariya Seba Girtiyên Siyasî di 24 saetên dawî da 4 kesên din hatin kuştin.

Li gor raporê jimara kesên ku hatin kuştin derket 714an, 3 hezar û 54 kes binçavkirî ne, ji bo 717 kesên dijî derbeyê jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

- Pêşengê Artêşa Arakanê diyar kir ku ew protestoyan naxwaze

Ji aliyê din va Tun Myat Naingê pêşengê Artêşa Arakanê ku ev grub ji grubên çekdar ên li Arakana eyaleta Myanmarê fealiyetê dikin yek e, diyar kir ku ew naxwaze li tevahiya eyaletê dijî derbeyê protesto û çalakiya bêîtaetiya sivîl were kirin, lewra ev çalakî wê zirarê bidin berfirehkirina mafên xweseriya Arakanê û têxin talûkeyê.

Artêşa Arakanê, Artêşa Tifaqa Demokratîk a Neteweyî ya Myanmarê û Artêşa Azadiya Neteweyî ya Ta'angê di 30ê adarê da daxuyaniya nivîskî dabû û diyar kiribûn, heke midaxeleya çekdar a li hember xwepêşandêrên dijî derbeyê bi dawî nebin, ew ê peymana agirbestê ya ku bi artêşê ra hat çêkirin, betal bikin û derbasî sefên xwepêşandêran bibin.

Komên çekdar di 2018an da bi artêşa Myanmarê ra agirbest îmze kiribû.

- Derbeya eskerî ya li Myanmarê

Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û di 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.

Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.

NY û YE di serî da û Tirkiye jî di navê da gelek sazî û welatan derbe şermezar kiribû û bertek nîşan dabûn.

Gelê Myanmarê di 6ê sibatê da dest bi xwepêşandanan kiribû ku bila dîsa demokrasî pêk bê.

Li aliyekî vî welatî çalakî dewam dikin, li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê li mehkemeya eskerî dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın