Elif Irmak
27 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2021
Li Moskovaya paytextê Rûsyayê hin tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin rakirin.
Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanîn der barê rewşa şewba Kovîd-19ê ya li bajêr daxuyanî dan.
Sobyanîn diyar kir ku li bajêr waiqeyên Kovîd-19ê kêm bûn û got ku "Li bajêr rewşa şewbê hêdî hêdî baş dibe lêbelê divê navendên ku dijî vîrusê têkoşînê didin xebatên xwe bidomînin."
Sobyanîn agahî da ku li nexweşxaneyên li Moskovayê ji nivînên ku ji bo nexweşên Kovîd-19ê hatibûn veqetandin ji sedî 50 vala ne û ragihand ku li bajêr hin tevdîrên dijî şewbê hatibûn hildan hatin rakirin.
Li gor vê mekanên şahiyê yên ku di navbera saet 23.00-06.00an da fealiyetên wan hatin qedexekirin, restoran, bar û kafe bikarin bixebitin.
Her wiha mecbûriyeta firmayên li bajêr a wekî ji sedî 30yê xebatkarên xwe ji dûr va bidin xebitandin hat rakirin.
Sepana perwerdeya ji dûr va ya ku li zanîngeh û dibistanên bilind ên li Moskovayê dewam dike jî di nav da tevdîrên din dê bên rakirin an na der barê vê yekê da biryar dê di demeke kurt da bê hildan.
Li bajêr mecbûriyeta li cihên ji gel ra vekirî, wesayîtên veguheztina komî, taksî, cihên parka wesayîtan û asansoran emilandina maskeyê dewam dike û welatiyên ji 65 salî mezintir û nexweşên kronîk dê li malê bimînin.
Li Moskovayê di 22yê rêbendanê da digel hêwanên şano, konser, sînemayê bi şertê ku rêjeya tijîbûnê ji sedî 50 derbas nebe destûr dabûn ku muze, şano û navendên çandê fealiyetên xwe bikin.
- Di 24 saetên dawîn da 17 hezar û 741 waqieyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin
Li Rûsyayê di 24 saetên dawîn da 17 hezar û 741 waqieyên Kovîd-19ê hatin tesbîkirin û ev jimara ji 29ê cotmehan 2020an vir va jimara waqieyan a herî kêm a di rojekê da ye.
Li gor daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Enfeksiyona Vîrusa Koronayê ya Rûsyayê di 24 saetên dawîn da jimara waqieyan 17 hezar û 741 zêde bû û derket 3 milyon û 774 hezar û 672yan, jimara miriyan jî 594 zêde bû û derket 71 hezar û 76an.
Di 24 saetên dawîn da 27 hezar û 922 kes baş bûn û jimara başbûyiyan derket 3 milyon û 202 hezar û 483yan.