Dinya

Li Moskovayê dijî hêwana konserê êrîşa terorê hat kirin

- Serwêsa Ewlehiya Federal a Ûris ragihand ku li gor tesbîtên ewil di êrîşa terorê ya dijî hêwana konserê da 40 kes hatin kuştin, ji 100î zêdetir kes birîndar bûn

Aynur Şeyma Asan  | 23.03.2024 - Rojanekırın : 23.03.2024
Li Moskovayê dijî hêwana konserê êrîşa terorê hat kirin Moskova'da bir konser salonuna düzenlenen silahlı saldırıda ölü ve yaralıların olduğu bildirildi

Ankara

Li Moskovaya paytextê Rûsyayê di êrîşa terorê ya dijî hêwaneke konserê da li gor tesbîtên ewil 40 kes hatin kuştin, ji 100î zêdetir kes birîndar bûn.

Serwêsa Ewlehiya Federal a Ûris ragihand ku li gor tesbîtên ewil di êrîşa terorê ya dijî hêwana konserê da 40 kes hatin kuştin, ji 100î zêdetir kes birîndar bûn.

Mariya Zaharovaya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê jî der barê êrîşa terorê ya ku kesên çekdar birin ser hêwana konserê da got ku "Hemû civaka dinyayê mecbûr e ku vê sûcê sehm şermezar bike."

Zaharovaya Berdevka Wezareta Karên Derva ji ser hesbaê xwe yê Telegramê der barê mijarê da daxuyanî da.

Zaharovayê diyar kir ku welatiyên ji çar aliyên dinyayê der barê êrîşa dijî Crocus Cîty Hallê da têlefonî wezatretê dikin û sersaxiyê didin.

Zaharovayê ragihand kesên têlefon dikin "gotinên ku vê êrîşa terorê ya bi xwîn a ku li ber çavê hemû mirovahiyê qewimî şermezar dike bi kar tînin" û da zanîn ku ji bo xilaskirina qurbaniyan gelekî hewl didin.

Zaharovayê got ku "Hemû civaka dinyayê mecbûr e ku vê sûcê sehm şermezar bike."

- Li Moskovayê dawiya hefteyê hemû çalakiyên ji gel ra vekirî hatin betalkirin

Ji 50yî zêdetir ambulans û serwêsên acîl sewqî cihê bûyerê kirin û hat ragihandin ku li paytext Moskovayê li balafirgehan tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Sergey Sobyanînê Şaredarê Moskovayê da zanîn ku dawiya vê hefteyê li Moskovayê hemê çalakiyên ji gel ra vekirî hatin betalkirin.

Li gor daxuyaniya ku Midûriya Giştî ya Wezareta Rewşên Acîl da TASSê ji bo vemirandina şewata li avahiyê ji Navenda Hewageriyê ya Moskovayê firoke şandin cihê bûyerê kirin.

Ji aliyekî din, Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê ragihand ku dê der barê êrîşa terorê ya li Moskovayê da ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civînê bixwazin. 

- Ukrayna: Têkiliya Ukraynayê bi êrîşa li Moskovayê ra tune

Mîhaîl Podolyakê Şêwirmendê Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê diyar kir ku têkiliya Ukraynayê bi êrîşa terorê ya ku li Moskovaya paytextê Rûsyayê dijî hêwaneke konserê hat kirin, tune.

Podolyak ji ser hesabê xwe yê Telegramê der barê êrîşa terorê ya dijî hêwana konserê ya bi navê "Crocus City Hall" a li Moskovayê daxuyanî da.

Podolyak ragihand ku "tu têkiliya Ukraynayê bi êrîşa navborî ra tune" û got ku "Vê bûyerê da nîşaneyên terora ku serokatiya welêt a êrîşkar dijî gelê xwe bixwe tetbîq dike, heye."

Serwêsa Federal a Ûris ragihandibû ku li gor tesbîtên ewil 40 kes hatine kuştin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bûne.

- Tirkiyeyê êrîşa terorê ya li Moskovaya paytextê Rûsyayê şermezar kir

Tirkiye êrîşa terorê ya dijî hêwaneke konserê ya li Moskovaya paytextê Rûsyayê hat kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat diyarkirin ku bi xemgînî hîn bûn ku di êrîşa li Moskovayê da gelek kuştî û birîndar hene.

Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:

"Em vê êrîşa terorê ya menfûr a ku sivîlên mesûm hedef digire bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyê didin gelê Ûris û hikûmeta Rûsyayê."

Di êrîşa navborî da li gor tesbîtên ewil 40 kes hatibûn kuştin û ji 100î zêdetir kes jî birîndar bibûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.