İbrahim Atmaca
12 Adar 2019•Rojanekirin: 12 Adar 2019
Li Morîtanyayê navên pêşengên Rojavayî yên ku li kolanan kiribûn hatin guherandin û tabelayên ku nav li ser bûn bi navên neteweyî va hatin guherandin.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, meclisa şaredariyê ya Tevragh Zeinayê ku li paytext Novakşotê ye, biryar da ku navên kolanan ên navên pêşengên Rojavayî li wan in werin guherandin û navên neteweyî werin lêkirin.
Li gor vê navê kolana Charles de Gaulle ku ji serokomarê berê Fransayê ye, hat rakirin û şûna wî navê Şêx Omer Talînê melayê navdar ê Morîtanyayî hat lêkirin. Navê Kolana John Kennedyê serokomarê berê yê Amerîkayê jî hat rakirin û şûna wî navê Biddah Velid el-Busayriyê alimê dewra dawîn hat lêkirin.
Hikûmeta Morîtanyayê der heqê mijarê da hê tiştek negotiye.