Li Meydana Trafalgarê ya Londrayê bernameya fitarê ya ji bo 2 hezar kesî hat lidarxistin
Greater London
Li Meydana Trafalgarê ya navdar a Londrayê bi beşdariya qasî 2 hezar kesî bernameyeke fitarê hat lidarxistin.
Li Îngiltereyê di çarçoveya "Projeya Konê Remezanê" ya çalakiyeke kevneşopî ye da li Meydana Trafalgarê ku yek ji meydanên herî girîng ên bajêr e, çalakiya "Fitara Servekirî" hat lidarxistin.
Ji baweriyên cuda qasî 2 hezar kes ji bo fitarê kom bûn.
Şaredarê Londrayê Sadiq Khan, Şaredarê Westminsterê Paul Dimoldenberg û kuklayê bi navê Amalê Biçûk ê ku sembola zarokên koçber û penaber e jî beşdarî fitarê bûn.
Şaredarê Londrayê Khan di bernameyê da bangî beşdarên ku ji baweriyên cuda kir û wiha got: "Vaye tifaq ev e. Di 2026an da Misilmantî pir zehmet e. Ne girîng e ku hûn li Londrayê bin an li devereke din a Îngiltereyê bin, li Ewropayê bin an jî li deverên din ên dinyayê bin. Vaye em dibînin ku li Îran, Rojhilata Navîn, Sûdan, Xeze û Ukraynayê ka çi diqewime. Hêzên cudakar civakan li dijî hev dikin dijmin. Ew me ditirsînin û gefê li me dixwin ku em zêde nebin Misilman, em zêde nebin Îslamî."
Khan anî ziman ev fitara Trafalgarê fitara herî mezin a Ewropayê û alema Rojavayê ye.
Piştî axaftinan Muhîttîn Aydinê Melayê Mizgefta Azîziyeyê ku mizgefta Tirkan a herî mezin a Londrayê ye banga mexrebê da.
Xwaringeheke Libnanê paketeke fitarê ya ku ji xwarinên vejeteryan ên Rojhilata Navîn hatiye amadekirin belav kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
