Li Meydana Timesa navdar a New Yorkê bernameyeke fitarê hat lidarxistin
New York
NEW YORK (AA) -
Ev çalakiya ku îsal ji bo cara pêncemîn ji aliyê hesabê medyaya civakî yê bi navê "Wayoflifesq" va hate lidarxistin, bi sedan mêr û jin anî cem hev.
Misilman li quncika herî qerebalix a Meydana Timesê Broadway û Kolana 7emîn kom bûn û bi hatina dema fitarê ra, bi duayan fitirîn. Li nêzîkî 1500 kesan pakêtên xwarinê yên fitarê hatin belavkirin.
Di bernameya fitarê da 1200 nusxeyên Quranê hatin belavkirin.
- Nimêja Terawîhêanli Meydana Timesê hat Kirin
Piştî şikandina fitarê, komê nimêjên xwe yên êvarê û terawîhê di bin ronahiya Meydana Timesê da, tevî hewaya baran û sar, li ser sicadeyan nimêjê yên ku bi xwe re anîbûn, kirin.
Nimêj û Terawîha Misilmanan a li Meydana Timesê eleqeyek mezin ji New Yorkiyan û geştiyarên derdorê kişand.
Gelek kes di dema nimêjê da bi telefonên xwe yên desta bûyer tomar kirin.
Herwiha 2 kesan li Meydana Timesê bi xwendina Kelimeya Şehadetê di dema bernameya da Misilman bûn.
Bernameya fitarê ya yekem a li Meydana Timesê di sala 2022an da hatibû lidarxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
