İbrahim Atmaca
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li naverasta Meksîkayê kesên çekdar êrîşî barekê kirin û 15 kes kuştin.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî ku dispêrin rayedara rêvebiriya eyaleta Guanajuatoyê Sophia Huett Lopezê, li bajarê Salamancayê êrîşî kulûba şevê ya La Playayê kirin û 15 kes hatin kuştin.
Hat gotin ku di êrîşê da gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarên asayîşê û dozgeriya Guanajuatoyê der heqê mijarê da hê tu daxuyanî nedane.