Li Meksîkayê trêna rêwiyan ji rayê derket, 13 kes mirin û 98 kes birîndar bûn
Istanbul
Hat ragihandin ku li başûrê Meksîkayê li eyaleta Oaxacayê trêna rêwiyan ji rayê derket û di encamê da 13 kes mirin, 98 kes birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Hêzên Deryayî ya Meksîkayê (Semar), trêneke rêwiyan a 241 rêwî û 9 jî muretebatê wê hebûn, li eyaleta Oaxacayê di çiveke nêzîkî bajaroka Nîzandayê ji rayê derket.
Di qezayê da 13 kes mirin û 98 kes jî birîndar bûn û her wiha birîndar rakirin saziyên tenduristiyê.
Ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê 360 personelê deryayî, 20 wesayît, 4 ambulansên bejayî, 3 ambulansên asîmanî û dronek hatin peywirdarkirin.
Claudia Sheinbauma Seroka Dewleta Meksîkayê jî di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da xemgîniya xwe ya ji ber qezayê îfade kir û telîmat da Wezîrê Hêzên Deryayî û Misteşariya Mafên Mirovan a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ku biçin cihê bûyerê û bi malbatan ra ji nêz va eleqedar bibin.
