Önder Beyter
28 Mijdar 2019•Rojanekirin: 29 Mijdar 2019
Li Meksîkayê di çewligek û çaleke nêzîk da 6 jê jin, cesedên 14 kesan hatin dîtin.
Di nûçeyên çapemeniya Meksîkayê da hat diyarkirin, li eyaleta Jalisco ku kartelên herî mezin ên hişbirê ên welêt lê dihêwirin, li bajarê Lagos de Moranoyê di çewligek û çaleke nêzîk da cesedên 14 kesan hatin dîtin.
Peywirdaran destnîşan kirin ku yek jê jin cesedê 7 kesan ji çewligê, yên mayîn jî ku destê wan girêdayî bû, ji çalê hatin derxistin.
Pisporên ji Enstîtuya Zanistên Edlî ya Jaliscoyê destnîşan kirin ku xebatên tesbîtkirina sedema mirinê ya cesedan berdewam in.
Kartela hişbirê "Nifşa Nû ya Jaliscoyê" ku li eyaleta Jalosco ya Meksîkayê fealiyetê dike, wekî koma herî bihêz a herêmê tê naskirin.
Li heman herêmê, ji serê salê vir va di kolanên merzelên veşartî, mal û ciyên din da 274 cesed hatibûn derxistin.