Dinya, Koronavîrus

Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da 151 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da 151 kes ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin.

İbrahim Atmaca  | 01.06.2020 - Rojanekırın : 01.06.2020
Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da 151 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Ankara

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 151 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û jimara miriyan derket 9 hezar û 930î.

Li welêt jimara kesên ku Kovîd-19 di wan da hat tesbîtkirin jî 3 hezar û 152 zêde bû û derket 90 hezar û 664an.

Li Meksîkayê di 27ê gulanê da cara ewil jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 500î derbas bûbû. Li welêt waqieya ewil a Kovîd-19ê di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, mirina ewil a ji ber vîrusê di 19ê adarê da çêbûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın