ANKARA
Serokomar Gul li Mekkeyê wezîfeya xwe ya hecîtiyê bi cih anî û bi Serokomarê Pakistanê Huseyîn, Serokomarê Kazakistanê Nazarbayev û Serokwezîrê Urdunê Ensar re hat gel hev.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya serokomariyê, Serokomar Gul bi vexwendina Qralê Erebistanê Abdûllah bîn Abdulazîz çû Mekkeyê û him wezîfeya xwe ya hecîtiyê bi cih anî him jî bi Serokomarê Pakistanê Memnûn Huseyîn, Serokomarê Kazakistanê Nûrsûltan Nazarbayev û Serokwezîrê Urdunê Abdullah Ensar re cuda cuda hevdîtin kirin.
Gul û Hûseyîn li ser têkiliyên Tirkiye û Pakîstanê hûr û kûr axivîn. Piştî hevdîtinê her du serokomaran cejna hev pîroz kir.
Gul, Serokwezîrê Urdunê Abdullah Ensar jî vexwend Tirkiyeyê.