DÛBAÎ/ BÎŞKEK/ PEKÎN/ ASTANA/ TAŞKENT
Li Dûbaiyê welatiyên misilman serê sibê zû hatin nimêjgehên ku jê re dibêjin "Mûsalla El Eîd" û nimêja cejnê li ser xîzê kirin.
Li Dubaiyê, li Mîrektiyên Ereban yên Hevgirtî û mîrektiyên din nimêj li cihên navendî wek komî hatin kirin.
Li Dûbaiyê qurbanî bi tenê li cihên ku rêveberiyê diyar kirine tên serjêkirin û rojên eydê jî wek mihrîcanan tên pîroz kirin. Gelek navendên danûstendinê ji ber kêfa cejnê, şahiyên ji hev cuda li dar dixin.
Li Kirgizistanê bi deh hezaran welatiyên misilman nimêja eydê li qada ber avahiya Serokwezîriyê ya ku li paytext Bîşkekê ye kirin.
Li Kuweytê jî welatiyan nimêja xwe ya Cejna Qurbanê li 71 qadên servekirî yên ku Wezareta Wegfan ya Kuweytê amade kiribû kirin.
Li Çînê jî welatiyên misilman ji bo nimêja cejnê li mizgeftan kom bûn. Bi hezaran misilmanan berê xwe dan Mizgefta Nîûcîeyê ya li paytext Pekînê û piştî sohbeta mele nimêja cejnê kirin. Li Çînê li gor reqamên fermî ji 20 milyonan zêdetir misilman hene.
Li Kazakistanê misilmanan berê xwe dan Mizgefta Hazret Siltan û mizgeft tijî kirin.
Li Ozbekistanê jî welatiyan serê sibê zû berê xwe dan mizgeftan û ji bo misilmanan dia kirin.