ANKARA
Li Meclisê di Heyama 25emîn da pergala rûniştinê diguhere.
Piştî ku AK Partî, CHP, MHP û HDP wek kom di Meclisê da cî digirin, di Lijneya Giştî ya Meclisê da pergala rûniştinê diguhere.
Lijneya Giştî ya Meclisê di 23yê hezîranê da di saet 15.00an da ji bo merasima sondxwarinê dicive. Di merasimê da ciyê koman eşkere bû. Li gor pergala nû wê kom wekî heyama ewil li ciyê xwe yên berê bin, lê di rêza rûniştinê da hin guherandin çêbûn.
Di pergala teze da li tenişta AK Partiyê CHP heye, peyra jî MHP û HDP heye.
Meclis ji 550 parlementerî pêk tê û di Lijneya Giştî da jî 524 parlementer hene. Di pergala teze da 258 parlementerê AK Partiyê hene û 248 sendelî hatin veqetandin, 132 parlementerên CHPyê hene û 129 sendelî hatin veqetandin, 80 parlementerên MHPyê hene û 76 sendelî hatin veqetandin, 80 parlementerênHDPyê hene û 72 sendelî hatin veqetandin.
Wek mayîn di Lijneya Giştî ya Meclisê da sendeliyên Komisyon û Lijneya Wezîran jî hene.
Heger hikûmeta koalîsyonê çêbe, kom dikarin di navbera xwe da guherandinan çêkin.