QAHIRE
Hêzên Ewlehiyê yên Misrê, Endamê Rêberiya Konseya Îxwanê Mihemed Sad Aleywa binçav kir.
Li gor daxuyaniya Îxwanê ya ku li ser malpera fermî hat weşandin, Alyewa dema ku ji ber tenduristiya xwe diçû nexweşxaneyê, li Gîzaya ku dikeve rojavayê Qahireyê bi destê hêzên ewlehiyê hat binçavkirin.
Di daxuyaniyê hat gotin ku heke tiştek bê serî Aleywa berpirsyar hêzên ewlehiyê yên Misrê ne. Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Heta niha 5 kesên ku endamên rêberiyê ya konseya me bûn, hatin revandin an jî hatin wendakirin. Ev zordestî me ji vê rêya pîroz venagerîne û em ê ji bo xilaskirina welêt bê navber xebitin."