SARAYBOSNA/USKUP
Welatên Balkanan vê gavê ji ber ku li Kumanovaya bajarê Makedonyayê bûyer hene, di rojeva dinyayê da ye.
Li welêt di sala 2002yan da serjimar hat kirin. Li gor vê li Kumanovayê 105 hezar mirov dijîn û piraniya wan makedon; arnawud, tirk, sirp, roman û neteweyên din bi hev ra dijîn. Ji ber ku di sala 2001ê da di navbera makedon û arnawudan da pevçûn derket, vê gavê ji bo bûyerên welêt dibêjin ku ev bûyer dewama doza berê ye.
Li Makedonyayê li dijî hikûmetê protesto tên kirin, di navbera mixalefet û îqtidarê da krîza "guhdarkirinê" heye û herî dawiyê jî li bakurê welêt avêtin ser qereqoleke polêsan. Makedonya bi van bûyeran va balê dikşîne li ser xwe. Piştî bûyerên Kumanovayê dibêjin ku "gelo pevçûnên neteweyî wê dîsa dest pê bikin" an "ev tenê operasyoneke polêsan e".
- Rayedarên dewletê çi gotin?
Pevçûnan roja şemiyê serê sibê dest pê kirin. Der heqê pevçûnan daxuyaniya ewil a fermî Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî Îvo Koteskî dabû û wiha gotibû: "Îstixbarat ji me ra hat ku ji derveyî welêt wê komeke terorîst û çekdar were û êrîşî saziyên dewletê bike. Li ser vê me li dijî vê komê operasyon kir.
"Pevçûn piştî 28 saetan kuta bûbûn û Serokwezîr Nîkola Gruevskî civîna çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku hedefa koma çekdar ku ji 40î zêdetir mensûbê wê hene, saziyên dewletê û sivîl in. Gruevskî diyar kiribû ku li Makedonyayê di sala 2001an da pevçûn derketibûn û tiliya hin kesan jî tê da hebûn û heman kes di nav vê komê de jî hene.
Serokomar Gyorge Îvanov jî piştî bûyeran Konseya Ewlehiyê civandibû û daxuyandibû ku ew ê destûrê nede ku rewşa li welêt xirabtir bibe. Wezîrê Dewleta Makedonyayê Furkan Çako ku eslê xwe tirk e, jî daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku bûyerên ku li Kumanovayê derketin teqez pevçûneke nijadî nîne, ên ku êrîş kirin "komeke mafyayî ye".
- "Operasyon ne li gor normên navneteweyî ye"
Midûrê Enstîtuya Rêvebiriya Baş û Lêkolînên Polîtîk ya Makedonyayê Başkîm Bakîû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û îdia kir, operasyona ku polês li Kumanovayê bir ser koma çekdar, ne li gor normên navneteweyî bûn.
Bakîû got ku heta gelê sivîl neyê tehliyekirin divê operasyon nehata kirin, taxa ku lê operasyon hat kirin 15 hezar kes lê dijî û ji ber vê çendê jî divê beriya operasyonê hişyarî bidana kesên ku li vê derê dijîn.
Bakîû got li gor teoriyan bûyer dibe ku ji ber guhdarîkirinên ku bi hinceta eşkerekirina gendeliya siyasiyên Makedonyayê derketibin, dibe ku komeke çekdar derxistibin holê ku bala civatê ji guhdarîkirinan bikşînin ser bûyeran.
- Qeyrana li welêt bû sedema îstifayan
Ji serê meha adarê û vir va li Makedonyayê protesto hene. Piştî operasyona ku 8 jê polês, 22 kes mirin; Wezîrê Karên Navxweyî Gordana Yankulovska, Wezîrê Gîhandin, Ragihandinê Mile Yanakiyevski û Midûrê Saziya Ewlehî û Îstixbarata Makedonyayê Saşo Miyalkov ji wezîfeya îstifa kirin.