Dinya

Li Maharaştraya eyaleta Hindistanê hejmara kesên di lehî û hezazan can dan gihîşt 136an

Ekip  | 24.07.2021 - Rojanekırın : 25.07.2021
Li Maharaştraya eyaleta Hindistanê hejmara kesên di lehî û hezazan can dan gihîşt 136an

India

 Hat ragihandin ku li Maharaştraya eyaleta Hindistanê hejmara kesên ji ber lehî û hezazên baranên Mûsonê can dan gihîşt 136an.

Wezîrê Alîkarî û Rehabîlîtasyonê yê Maharaştrayê Vijay Wadettiwardaxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hejmara kesên di lehî û hezazên ji ber barana duh çêbû da mirin derket 136an.

Wadettiwar diyar kir ku rewş niha di bin kontrola wan da ye û ew ji bo herêmên hewcedariya wan bi gelek tiştan heye ra jî alîkariyên mirovahî yên hewce dişînin.

Ji hêla din va hat gotin ku balafirên neqliyeyê yên Hêzên Hewayî yên Hindistanê jî tevlî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın