Li Lîverpoolê di merasima meşê da wesayîtek li koma mirovan qelibî, 47 kes birîndar bûn

İngiltere
Li Lîverpoola bajarê Îngiltereyê dema komeke alîgiran di merasima meşê da şampiyoniya Premîer Lîgê pîroz dikirin, wesayîtek li koma mirovan qelibî û 47 kes birîndar bûn.
Alîkara Midûrê Ewlehiyê yê Merseysideyê Jenny Sîms, Berdevkê Serwîsa Ambulansê ya Bakurê Rojava Dave Kîtchîn û Şefa Serwîsa Agirkujiyê ya Şewat û Xelaskirinê ya Merseysideyê Nîck Searleyê piştî bûyera li Lîverpoolê ya ku wesayîtek li mirovan qelibî, civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Sîmsê got wan agahî hildaye ku li Water Streetê ya li navenda bajarê Lîverpoolê dema ku merasima meşê bi dawî bûye wesayîtekî li peyayan xistiye û wiha axivî "Gelek kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Her wiha, gelek kesên ji her temenî yên ku dermankirina wan li nexweşxaneyê hewce nekir jî li cihê bûyerê hatin dermankirin."
Sîmsê anî ziman ku piştî bûyerê ji herêma Lîverpoolê zilamekî Îngiliz yê 53 salî yê çêrmspî hat binçavkirin û ew wisa bawer dikin ku ew şofêrê wesayîtê ye.
Berdevkê Serwîsa Ambulansê ya Bakurê Rojava Dave Kîtchîn jî got 20 birîndar li ser piyan hatin dermanirin, 27 birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.
Şefa Serwîsa Agirkujiyê ya Şewat û Xelaskirinê ya Merseysideyê Nîck Searleyê jî got dema ew gihîştine cihê bûyerê gelek birîndar hebûne û 4 kes jî di binê wesayîtê da asê mane.
Searleyê got 3 mezin û zarokek ji binê wesayîtê hatin derxistin û bi ambulansan ew birin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.