Dinya

Li Lîbyayê yekîneyên HRNyê li hemberî îhtimala êrîşa hêzên Hafter di amadebaşiyê da ne

Li Lîbyayê ligel ku serekê hêzên çekdar ên nemeşrû Xelîfe Hafter ji maseya mizakereyê rabû, lê HRN biryara agirbestê didomîne

Önder Beyter  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 15.01.2020
Li Lîbyayê yekîneyên HRNyê li hemberî îhtimala êrîşa hêzên Hafter di amadebaşiyê da ne

Trablus

 Li Lîbyayê ji ber ku serekê hêzên çekdar ên nemeşrû Xelîfe Hafter ji maseya mizakereyê ya li Rûsyayê bêyî ku deqê reşnivîsa agirbesta ji bo Lîbyayê îmze bike rabû, hêzên Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî (HRN) ku li ser asta navneteweyî tê naskirin, li hemberî îhtimala êrîşê di amadebaşiyê da ne.

Li Lîbyayê derbasdariya agirbesta "yekling" ku li ser bangewaziya Tirkiye û Rûsyayê 12ê rêbendanê da hat cîbicîkirin, didome.

Piştî ku Hafter maseya mizakereyê ya li Moskovayê terikand û destegîrê wî yê siyasî yê li hundirê Lîbyayê daxuyand ku "agirbest ne derbasdar e û şer dê dewam bike", hêzên girêdayî HRNyê ku nûnerê qanûnî yê welêt e, li paytext û dewrûberê di amadebaşiyê da ne.

Ekîba AAyê dîmenên xeta parastinê ya HRNyê ya li herêma Remleyê ku dikeve rojhilatê başûrê paytextê kişandin.

Li paytextê Eniya Remleyê ku nêzîkî balafirgeha kevn e û berî agirbestê pevçûnên herî germ li vê derê rû dan, ji wan banliyoyên Trablusê ne ku demekê lê sivîl diman.

Mîna deverên din ên dewrûbera Trablusê, li vê derê jî ji ber ku sivîl ji ber şer revîn, bûye bajarokê xirabe. Ji ber teqînên guleyên hawin û topxaneyan û herwiha fuzeyan, xanî rûxiyane û di rêyan da kort û çal çêbûne.

Ji ber ku herdu alî, ji bo ku aliyê hember ji derfeta ragihandinê mehrûm bike, sinyalbiran diemilînin. Ji ber vê çendê jî li herêmê têlefonên mobîl nakişînin.

Herwiha ligel ku agirbest berdewam e, li devera germ a xeta sengeran dengê çekan tê bihîstin.

Hêzên HRNyê ji bo ku gava dijber biavêjin, di nava xwe da nîqaşê dikin bê ka milîsên Hafter li kuderê bi cih bûne û çi amadekariyan dikin.

Hêzên HRNyê diyar dikin ku ew pabendî agirbestê ne, lêbelê heger ji aliyê hember hemleyek were, ew ê xwe nedin alî û ji bo têkşikandina her êrîşekê ew amade ne.

- Fermandarê HRNyê: "Em amade ne biryara agirbestê cîbicî bikin"

Ji Fermandarên Hêzên HRNyê Abdulkadir Muhammed Ebû Şaala di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Me biryara vê agirbestê pejirand û ji bo cîbicîkirinê me amadekariyên xwe jî temam kirin. Em ji Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî emir distînin."

Ebû Şaala diyar kir ku ew timî di amadebaşiyê da ne, lêbelê gotina dawîn ya hikûmetê ye û wiha dewam kir, "(Milîsên Hafter) amadekariyeke xurt dikin. Techizateke zêde berhev dikin, tu dibê qey tiştekî mîna agirbestê tuneye."

- "Hêviya min heye ku şer dê biqede"

Lîbyayiyekî ku di nava refên HRNyê da şer dike jî wiha axivî, "Êdî bes e, wa ye ez bûm 50 salî û 5 zarokên min hene. Êdî bira ev xwîn bisekine, yên li hemberî me jî Lîbyayî ne. Êdî tiştekî min nemaye. Ev welat ê me ye. Hê jî hêviya min heye ku şer dê biqede û ez ê vegerim ser karê xwe."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.