Li Lîbyayê ji merzelên komî yên li Terhûneyê 6 cesedên din hatin derxistin
Trablus
Ji merzelên komî yên li Terhûneya bajarê Lîbyayê ya Artêşa Lîbyayê di 5ê hezîranê da ji milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt xilas kiribû 6 cesedên din jî hatin derxistin.
Di daxuyaniya Saziya Tesbît û Lêgerîna Windabûyiyan a hikûmeta Lîbyayê da hat diyarkirin ku xebatên li merzelên komî yên li Rabita herêma Terhûneyê dewam dikin û îro 6 cesedên din jî derxistin.
Artêşa Lîbyayê Terhûneya ku milîsên Hefter dagir kiribûn û 14 mehan wekî navenda êrîşên dijî Trablusê bi kar anîbûn ji milîsan xilas kirin. Piştî xilaskirinê meqamên Lîbyayê diyar kiribûn ku li der û dora bajêr 11 merzelên komî dîtin.
Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) di 22yê hezîranê da daxuyanî da bû û gotibû agahiyên pêewle hatin Dozgeriya UCMyê li 11 merzelên komî hatine dîtin.