Dinya

Li Libyayê eskerên bipere yên di nav refên Hefter da şer dikirin ji bajarê Benî Welîdê derketin

Şaredarê bajarê Benî Welîda Libyayê Salim Newîr got ji sedî 90ê eskerên bipere yên di bin banê şirketa ewlehiyê Wagner a Ûrisan da bûn û di nav refên Xelîfe Hefter da şer dikirin, ber bi başûr va vekişiyan.

Türkan Tosun  | 27.05.2020 - Rojanekırın : 27.05.2020
Li Libyayê eskerên bipere yên di nav refên Hefter da şer dikirin ji bajarê Benî Welîdê derketin

Turkey

 Şaredarê bajarê Benî Welîda Libyayê Salim Newîr got ji sedî 90ê eskerên bipere yên di bin banê şirketa ewlehiyê Wagner a Ûrisan da bûn û di nav refên Xelîfe Hefter da şer dikirin, ber bi başûr va vekişiyan.

Newîr daxuyanî da televizyona Libyayê El-Ehrarê û got ji sedî 90ê eskerên bipere bi konvoyeke mezin terka bajêr kirin.

Newîr anî ziman konvoya eskeran ya qasî 7 kîlomêtro dirêj bû ji bajêr derket û ber bû başûr va çû.

Der barê pergala parastinê ya esmanî ya li Balafirgeha Benî Welîdê da jî Newîr got hê nediyar e ka wan alav birine an na.

Berdevkê Artêşa Libyayê Mihemed Kununu di 25ê Gulanê da daxuyandibû ji eskerên bipere bên texliyekirin di nav 24 saetan da 15 balafirên kargoyê yên eskerî hatin Balafirgeha Benî Welîdê.

Artêşa Libyayê di 18ê Gulanê da Baregeha Watiyeyê ya eskerî bi dest xistibû, piştî vê hewl tê dayîn ku başûrê Trablusê ji milîsên Hefter bên paqijkirin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın