Ahmet Emin Dönmez
18 Nîsan 2025•Rojanekirin: 19 Nîsan 2025
Li Equateura eyaleta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK) di tekneya rêwiyan da şewat derket, li gor tesbîtên ewiş 32 kes mirin.
Li gor nûçeyên di çapemeniya neteweyî tekneya bi navo HB Kokolo ya ku ji lengergeha Bankîtayê ya li herêma Mbandakayê ya eyaleta Equateurê ber bi herêma Bolombayê va derket rê, şewitî.
Di tekneya ku digel gelek rêwiyan madeyên teqemenî jî tê da bûn d li gor tesbîtên ewil 32 kes mirin.
Hat diyarkirin ku jimara rêwiyên tekneyê gelekî ser kapasiteya wê bû.
Piştî bobelatê li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dan destpêkirin û ji zêdebûna jimara miriyan ditirsin.