Dinya

Li Kolombiyayê hejmara kesên di qezaya balafira eskerî ya neqliyeyê da mirin derket 66an

Sinan Doğan  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Li Kolombiyayê hejmara kesên di qezaya balafira eskerî ya neqliyeyê da mirin derket 66an

Bolivar

Hejmara kesên ku li başûrê Kolombiyayê, di qezaya balafira eskerî da mirin derket 66an.

Waliyê Putumayo Jhon Gabriel Molina Acosta derbarê qezaya balafirê da agahî da çapemeniyê.

Molina Acosta ragihand ku xebatên rakirina enqazê temam bûn û wiha got, "Vê gavê di destê me da listeyeke navan tuneye, lêbelê ez dikarim piştrast bikim ku 2 kes jê polês yên mayîn jî mensûbên artêşê ne. Birîndar ji herêma qezayê hatin texliyekirin."

Molina Acosta diyar kir ku xebatên tespîtkirina nasnameyan dewam dikin, her wiha rewşa hin birîndaran jî ne baş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın