Dinya, Koronavîrus

Li Kolna bajarê Almanyayê cara ewil ji hoparlorê azana mexrebê hat xwendin

Li Kolna bajarê Almanyayê bi destûra meqamên herêmî ji bo ji Mislimanan ra bibe moral cara ewil ji hoparlorê azan hat xwendin

Haydar Şahin  | 09.04.2020 - Rojanekırın : 09.04.2020
Li Kolna bajarê Almanyayê cara ewil ji hoparlorê azana mexrebê hat xwendin

Nordrhein-Westfalen

 Li Kolna bajarê Almanyayê ji bo di demên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji Mislimanan ra bibe moral bi destûra meqamên herêmî li Mizgefta Navend a di banê Navenda Giştî ya Yekîtiya Tirk Îslamê ya Karûbarên Diyanetê (DÎTÎB) da ji bo nimêja mexrebê azan dan. Nacî Şengunê wezifedarê dîn azan da.

Li Kolnê cara ewil azan hat xwendin Tirk û Mislimanên li herêmê memnûn bûn.

Kazim Turkmenê Serokê Giştî yê DÎTÎBê piştî azana cara ewil ji hoparlorê hat xwendin daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku di dema niqaş tên kirin ku Misliman gelo parçeyekê Almanyayê ne an nînin da xwendina azanê bi mene ye.

Turkmen wiha axivî: "Nexweşiya vîrusa koronayê li her aliyên dinyayê bû sedema guherandina çandî, civakî û aboriyê. Ji van yek jî xweşbîniya civakê ye, di mijara jiyana bihevra da hesasiyet derxist holê. Îro li 70-80 mizgeftên li Almanyayê azan tê xwendin. Bi salan e Misliman hesreta vê bûn."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın