Li KKTCyê li gorî encamên nefermî Tufan Erhurman wek serokomarê nû yê welêt hat hilbijartin

Lefkoşa
Li gorî encamên nefermî, di hilbijartina serokomariyê ya ku li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur (KKTC) çêbû da Serokê Giştî yê Partiya Tirk a Komarî (CTP) Tufan Erhurman ji sedî 62,76ê dengan hilda û wekî serokomar hat hilbijartin.
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a KKTCyê Bertan Ozerdag di daxuyaniya der barê encamên hilbijartinê da got Erhurman di pêşbirka serokomariyê da bi ser ket.
Ozerdag daxuyand ku Erhurman ji sedî 62,76, namzetê serbixwe Ersîn Tatar jî ji sedî 35,81 deng hilda.
Rêjeya beşdariya hilbijartinê ya serokomiyê wek ji sedî 64,87 hat qeydkirin.