Dinya

Li KKTCyê dengdayîna tûra ewil a hilbijartina serokomariyê dest pê kir

Can Efesoy, Muhammet Tarhan  | 19.10.2025 - Rojanekırın : 20.10.2025
Li KKTCyê dengdayîna tûra ewil a hilbijartina serokomariyê dest pê kir

Lefkoşa

 Li Komara Tirkên Qibrîsa Bakur (KKTC) dengdayîna tûra ewil a hilbijartina serokomariyê dest pê kir.

Li KKTCyê ji bo hilbijartina serokomar, welatî cara 9em çûn ser sandoqê.

Welatiyên KKTCyê ji bo tûra ewil a hilbijartinê di saet 08.00an da dest bi dengdayînê kir. Li seranserî welêt dengdayîn dê di 777 sandoqan da heya saet 18.00an bidome.

Li KKTCya ku 218 hezar û 313 dengdêr lê hene, ji bo ku mirov wekî serokomar were hilbijartin divê mirov ji nîvî dengekî zêdetir bi dest bixe.

Heger di tûra ewil da namzedek ji sedî 50+1 deng bistîne, dê wekî serokomar were hilbijartin.

Heger tu namzed negihêjin vê rêjeyê, herdu namzedên ku di tûra ewil da herî zêde deng sitandin dê beşdarî tûra duyem bin ku dê di nava 7 rojan da bê kirin.

Serkeftiyê tûra duyem dê di paldanka serokomariyê da rûnê.

Rêza 7 namzedan di pusûleyan da wiha ye ku 5 jê serbixwe ne:

"Osman Zorba (Partiya Sosyalîstên Qibrîsê) 1, Tufan Erhurman (Partiya Tirk a Komarî) 2, Arif Salih Kirdag (Serbixwe) 3, Ahmet Boran (Serbixwe) 4, Mehmet Hasguler (Serbixwe) 5, Îbrahîm Yazici (Serbixwe) 6, Huseyin Gurlek (Serbixwe) 7, Ersin Tatar (Serbixwe) 8."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.