SRINAGAR
Li Keşmîra ku di bin destê Hindistanê de ye di navbera hêzên ewlekariyê û milîtanan de şer derket û di şer de 13 kes mirin.
Berdevkê Artêşa Hindistanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 6 milîtanan êrîşa xwekujiyê birin ser kampa leşkeriya Mahurarê ya ku li herêma Uriyê ye û li ser vê yekê jî pevçûn derket.
Hat ragihandin ku di pevçûnê de 3 milîtan û 10 leşker mirin.
Li Camû Keşmîra ku di bin destê Hindistanê de ye niha hilbijartina avakirina hikûmeta nû tê kirin. Milîtanên ku serxwebûna Keşmîrê dixwazin li dijî hilbijartinê ne.
Hindistan û Pakistan di sala 1947an de ji bindestiya Îngiltereyê xilas bibûn. Her du welatan di salên 1948, 1965 û 1971ê de ji bo Keşmîrê şer kiribûn. Hindistan dibêje ku Pakistan ji bo êrîşan çekan dide Camû Keşmîrê. Wer tê zanîn ku ji sala 1989an vir de cihêxwaz çalakiyên çekdarî li dar dixin û ji wê salê vir de ji 70 hezarî zêdetir kes mirin.