Dinya

Li Kerkûkê mûşek avêtin baregeha ku eskerên DYAyê lê dimînin

Ahmet Aydın  | 14.02.2020 - Rojanekırın : 15.02.2020
Li Kerkûkê mûşek avêtin baregeha ku eskerên DYAyê lê dimînin

At Ta mim

 Li Kerkûka bajarê Iraqê dijî Baregeha Eskerî ya K1ê ku eskerên Amerîkayê jî lê dimînin êrîşa bi mûşekê hatiye lidarxistin.

Korgeneral Saad Harbiyeyê Fermandarê Operasyonên Kerkûkê di daxuyaniya xwe de bo nûçegihanê AAyê anî ziman ku li dijî Baregeha Eskerî ya K1ê ku dikeve rojavayê Kerkûkê bi mûşekên katyûşayê êrîş hat lidarxistin.

Harbiye destnîşan kir ku di baregehê de ya ku eskerên DYAyê jî lê dimînin xisar çêbûye û herwiha got ku piştî bûyerê hêzên ewlekariyê li goristaneke nêzîkî baregehê zêdetir ji 10 mûşekavêj desteser kirine.

Harbiye îfade kir ku ji bo girtina bikerên bûyerê hêzên ewlekariyê xebatên xwe yên li wê herêmê didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.