Li Keleha Rihayê li pey şopên rabirdûyê ne
Li Keleha Rihayê ya ku dîroka wê tam nayê zanîn û tê texmînkirin ku PZ di navbera 812-814an da di heyama Ebasiyan da hatiye çêkirin xebata ku bi kordînasyona Wezareta Çand û Turîzmê dabûn destpêkirin didome

Şanlıurfa
Xebatên kolanê yên ku li Keleha Rihayê ya li dora Gola Masiyan cî digire û tê texmînkirin ku PZ di navbera salên 812-814an da hatiye çêkirin dabûn destpêkirin, dewam dikin.
Seroka Kolanê ya Keleha Rihayê û Dekana Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Batmanê Prof. Dr. Gulrîz Kozbeyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku biqasî mehekê ye bi piştgiriya şaredariyên Riha û Eyyubiyeyê, kordînasyona Wezareta Çand û Turîzmê û piştgiriya akademîsyenên ji zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê li kelehê dest bi xebatên kolanê kirin.
Kozbeyê qal kir ku keleh gelekî nêzî wê herêmê ye ku Peykera Gola Masiyan a bi hezaran salî û mozaîkên ku "sehneyên şer û nêçîrê yên keybanûyên Amazonê" hatine teswîrkirin, ev yek jî kolanan balkêştir dike û bal kişand dibe ku di kolanan de rastî berhemên nû bên, ev îhtimal mezin e.
Kozbeyê destnîşan kir ku kolanên nêzî Gola Masiyan a ku her sal bi hezaran turîstên herêmî û biyanî tênê jî xwedî girîngiyeke cuda ye û behs kir ku li kelehê berê tenê kolanên xilaskirinê hatine kirin.
- "Piştî Îskernderê mezin hatiye avakirin"
Kozbeyê da zanîn ku Keleha Rihayê wekî cihekî turîzmê ya gelekî girîng derdikeve pêş û diyar kir ku li vir cara ewil xebateke kolanê ya bipergal tê kirin.
Kozbeyê destnîşan kir ku ji kitabe û nivîsaran gelek nirxên der barê kelehê da nayên zanîn hene û wiha axivî:
"Em wisa texmîn dikin ku keleh îhtimaleke mezin li ser qadeke neolotîk hatiye avakirin. Em dinirxînin ku piştî mirina Îskenderê Mezin hatiye avakirin. Pişt ra behsa qraliyeta ewil a mezin a Rihayê ya ku wekî Qraliyeta Edessayê tê zanîn û Aramî û Suryaniyên gelekî tesîr kiriye heye lê hêmanên Yewnan jî di vê qraliyetê da hene. Em pêş dibînin ku em ê li Keleha Rihayê piştî Ebasiyan rastî bermayiyên Selçûqî û Osmaniyan bên."
- Raza sitûnên mezin ên kelehê wê derxînin holê
Prof. Dr. Kozbeyê behs kir ku sembola Keleha Rihayê 2 sitûnên mezin ên bi serikên korînt ên biqasî 15 mêtro dirêj in, li aliyê başûr ên sitûnan rastî bermayiyên mimarî yên mezin hatin hatin.
Kozbeyê got dê berdewama kolanan da van bermayiyan watedar bikin û behs kir plan dikin ku bi restorasyinê pêvajoya paşeroja kelehê heyam bi heyam derxînon holê ku ziyaretvan bikarin bibînin.