Li Kanadayê fosîlê dînozorekî yê 11 milyon salî hat dîtn
Li Alberta eyaleta Kanadayê komeke zanyaran fosîlê dînozorekî yê cureyek nû ye û navê wê danîn "ferîşteya mirinê" dîtin.

Canada
Li Alberta eyaleta Kanadayê komeke zanyaran fosîlê dînozorekî yê cureyek nû ye û navê wê danîn "ferîşteya mirinê" dîtin.
Heyeteke zanyaran ên ji Zanîngeha Calgaryê ya bi serokatiya Dr. Jared Vorîs daxuyand ji cureyeke dînozorên tyrannosaurê cureyek nû hat kifşkirin.
Dr. Jared Vorîs ji vê cure dînozorê ra got 'reaper of death' (ferîşteya mirinê) û got cudahiya vê dînozorê ji tyrannosauran ew e ku ji qalçeya xwe pê va ew digîhîje 2,4 mêtroyan.
Vorîs got temenê vê cureya nû 11 milyon sal e û li Kanadayê heta niha qasî vê fosîleke dînozoran a kevn a ji tyrannosauran nehatiye dîtin.
Dr. Vorîs û ekîba wî gotin ev herêma ku fosîl lê hatiye dîtin ji hêla cureyên nû yên fosîlan va jî dewlemend e, ewê xebatan bikin ku perçeyên din ê vê cureyê bibînin.
Xebata heyetê di kovara zanistê ya bi navê "Journal of Cretaceous Research"ê da hat weşandin.