İbrahim Atmaca
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
TORONTO
Li Torontoya bajarê Kanadayê di êrîşa biçek da 2 kes hatin kuştin, 13 kes birîndar bûn.
Rayedarên polês diyar kir, li Greektowna taxa Torontoyê kesekî ku nasnameya wî hê nehatiye kifşkirin gule agir kirin û 2 kes kuştin, 13 kes birîndar kirin.
Êrîşkar kuştî hat bidestxistin
Hat ragihandin ku di nav birîndaran da rewşa zarokeke keçik ne baş e.
Berdevkê Emniyetê Mark Pugash daxuyanî da û got ku hê zû ye ku meriv bêje ev êrîşeke terorê ye an na.
Ji şêniyên taxê John Tulloch diyar kir, dema ku ew û birayên wî ji wesayîta xwe peya dibûn, dengê 20-30 guleyan hat wan û ew paşê revîn.
Ji bo bûyerê lêpirsîn dewam dike.