Dinya

Li Kabulê bi bombe û çekan êrîşî perestgeha Hindû û Sihiyan hat kirin

Sayed Khodaiberdi Sadat  | 18.06.2022 - Rojanekırın : 19.06.2022
Li Kabulê bi bombe û çekan êrîşî perestgeha Hindû û Sihiyan hat kirin

Afghanistan

 Li Kabula paytextê Efxanistanê bi bombe û çekan êrîşî perestgeha Hindû û Sihiyan hat kirin.

Wezareta Karên Navxweyî ya rêvebiriya Talibanê daxuyand, li herêma Karteya Perwanê ya Kabulê bi bombe û çekan êrîşî perestgeha Hindû û Sihiyan hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, ji bo berterefkirina êrîşkarên ku ketin nava perestgehê operasyon dewam dike.

Li gor gotina şahidan, di perestgehê da dema ku mensûbên Hindû û Sihê merasim dikirin, êrîş hat kirin.

Hêzên Taliban hemû rêyên ku diçin perestgehê ji trafîkê ra girtin.

Der heqê kuştiyan da hê tu daxuyanî nehat dayîn û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın