Dinya

Li Kûta bajarê Iraqê li navendeke danûsitandinê şewat derket, 61 kes mirin

Haydar Karaalp  | 17.07.2025 - Rojanekırın : 18.07.2025
Li Kûta bajarê Iraqê li navendeke danûsitandinê şewat derket, 61 kes mirin

Baghdad

 Hat ragihandin, li Kûta bajarê Iraqê navendeke danûsitandinê şewat derketiye û ji ber şewatê 61 kes mirine.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin ku li “Hypermarket”a navenda danûsitandinê şewat derketiye û 61 kes mirine.

Hat diyarkirin piraniya kesên mirine ji ber dû asê mane û fetisîne.

Mihemed Cemîl Meyahiyê Waliyê Kûtê daxuyanî da ÎNAya ajansa nûçeyan ya fermî ya Iraqê û got ku wê di nava 48 saetan dan sedema şewatê eşkere bikin û der barê navenda danûsitandinê da gilîdar bibin.

Meyahî diyar kir li bajêr ji bo 3 rojan şîn hatiye îlankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın