Li Japonyayê pêşenga partiya îqtidarê Takaiçi Sanae wekî serokwezîra jin a ewil a welêt hat hilbijartin
Ankara
Takaiçi Sanaeya ku li Japonyayê hilbijartina pêşengiyê ya nava vê mehê ya Partiya Demokrat a Lîberal (LDP) a îqtidar qezenc kir, wekî serokwezîra jin a ewil a welêt hat hilbijartin.
Li gor nûçeya rojnameya Japan Timesê, li Japonyayê di rûniştina meclisê da seba hilbijartina serokwezîra nû ya welêt dengdayîn hat kirin.
Li gor dengdayînê Takaiçi Sanaeya ku li hilbijartina pêşengiyê ya nava vê mehê ya Partiya Demokrat a Lîberal (LDP) qezenc kir, bi 237 dengan va wekî serokwezîra nû hat hilbijartin.
Reqîbê wê pêşêngê Partiya Demokrat a Makezagonî (CDP) Noda Yoşihiko jî 149 deng hilda, lê Takaiçi bû serokwezîra jin a ewil a Japonyayê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
