TOKYO
Li Japonyayê erdhejeke ku mezinahiya wê 6,8 e çêbû.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê diyar kir ku navenda erdhejê bajaroka Naganoyê ye. Piştî erdhejê hewara tsunamiyê nehat dayîn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê destnîşan kir ku erdhej 10 kîlometre di bin erdê de çêbû û mezinahiya wê jî 6,2 ye.
Li gor agahiyên ewil di erdhejê de xisar çênebû û tiştek bi kesî nehat.
Li gor xeberên ku di çapemeniya Japonyayê de hatin weşadin, piştî erdhejê seferên trênên bilez bi derengî ketin.