Li Japonyayê di erdheja bi mezinahî 7,5an da çêbû 50 kes birîndar bûn
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê hişyarî da ku li herêmê dibe "erdhejeke mezin" a mezinahî 8 û jê hîn mezintir çêbe
Ankara
Li Japonyayê di erdheja mezinahî 7,5an da ku duh li peravên herêma Mîsawayê ya eyaleta Aomoriyê çêbû, 50 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Kyodo Newsê, di erdheja mezinahî 7,5an da ku duh bi dema herêmî di saet 23.15an da li peravên qeraxê rojhilatê yê herêma Mîsawayê ya eyaleta Aomoriyê çêbû, 50 kes birîndar bûn.
Hikûmeta Japonyayê eşkere kir, li eyaleta Aomorî û Iwateyê ji ber erdhejê xesar gihîşt boriyên bi qasî 1360 malan û lewma ji van malan ra av nehat dayîn.
Wezareta Perwerdeyê ragihand ku li Aomoriyê li 139, li Hokkaîdoyê jî li 48 dibistanan perwerde hat rawestandin.
Piştî erdhejê her wisa pêlên tsunamiya herî zêde li Iwateyê wekî 70 santîmetreyî hatin qeydkirin.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (AMJ) hişyarî da ku li herêmê dibe ku di rojên pêş da erdhejên dûmahîkê yên wek ya duh yan jî hîn mezintir çêbibin.
Li gorî nûçeya NHKya têlevîzyona dewletê, AMJyê eşkere kir ku dibe "erdhejeke mezin" a mezinahî 8 û jê hîn mezintir çêbe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
