Li Japonyayê împaratorê teze derket text
Li Japonyayê piştî ku Akîhîtoyê Împaratorê berê dest ji wezîfeyê kişand Mîrze Naruhîtoyê Welîehd sond xwar û derkete text

Ankara
Li Japonyayê piştî ku Akîhîtoyê Împaratorê berê dest ji wezîfeyê kişand Mîrze Naruhîtoyê Welîehd sond xwar û derkete text.
Li gor xebera Kyodoya ajansa xeberan a Japonyayê Naruhîto îro ber destê sibê di merasima li Qesra Împaratoriyê hat lidarxistin da li text rûnişt.
Di merasima dewrkirina împaratoriyê da bi tenê mêrên xanedanê amade bûn, Naruhîto ji Akîhîtoyê bavê xwe neynik, şûr û mûcewher in nîşana împaratoriyê teslîm hildan.
Şûr û neynika orijînal tên mihefezekirin ji ber vê di merasimê da kopyaya şûr û neynikê teslîmî Naruhîto kirin.
Naruhîtoyê ku nîşanên împaratoriyê dewr hilda got "Ez sond dixwin ku dema derketim text ez ê ji rêya Akîhîto veneqetim, mîrata împaratoran ji bîra xwe dernexim û xwe ji bo pêşxistinê fîda bikim."
Naruhîto bal kişand ser wesfê împaratoriya Japonyayê û wiha axivî: "Ez sond dixwim ku ez ê li ser Qanûna Bingehîn bisekinim, wekî nîşana dewlet û gelê Japonyayê berpirsyariyên xwe bi cî bînim, her tim ji bo gel bifikirim û li gor berjewendiyên gel tevbigerim."
Naruhîtoyê Împaratorê teze yê Japonyayê di merasima ku nûnerên hikûmet, parlamento û daraza bilind û endamên qiraliyetê beşdar bûnê da pîrozbahî qebûl kirin. Li ser navê gelê Japonyayê Şînzo Abeyê Serokwezîr ji Naruhîtoyê Împaratorê teze ra sipas kir.
- Bavê wî duh dest ji wezîfeyê kişandibû
Akîhîtoyê Împaratorê berê yê Japonyayê do bi fermî diyar kiribû ku dev ji wezifeyê berdide.
Akîhîto piştî mirina Hîrohîtoyê Împarator di 8ê rêbendana 1989an da li text rûniştibû.
Akîhîto di sala 2016an da pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê wekî hincet nîşan dabû û diyar kiribû ku ew ê dev ji wezifeyê berde. Di dîroka Japonyayê da 202 sal şûn da cara ewil împaratorek hê li jiyanê dev ji wezifeyê berdida ji bo vê jî Palamentoya Japonyayê qanîneke taybet dexistibû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.