BEXDA
Li Bexdayê hin çalakî wek êrîşên xwekuştinê pêk hatin, di hin çalakiyan de jî wesayitên bombedagirtî hatin teqandin. Li taxa Mehmûdiyê di teqînê de 11 kes mirin û hat ragihandin ku bîlançoya herî giran jî ev e. Çalakvanê xwekuştinê di dema ku gel diçû aşxaneyê bombe teqand, di encamê de 11 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên bibombe yên li paytext Bexdayê li xalên cuda pêk hatin de bi tevahî 39 kes mirin û 120 kes jî birîndar bûn.
Di dawiya teqînan de zirar gihişt gelek avahî û karxaneyan, li herêmê çûnûhatin jî serobin bû.