Li Iraqê namzeda du meh berê miriye wek parlementer hat hilbijartin
Baghdad
Li Iraqê namzeda Xiristiyan Ensam Manueyl Îskender ya ku du meh berê miriye di hilbijartinan da wek parlementer hat hilbijartin.
Namzeda xweser Îskenderê di hilbijartinên 10ê cotmehê da 2 hezar û 397 ray hilda û di kotaya ji bo Xiristiyanan hatiye veqetandin da heqê parlementeriyê bi dest xist.
Lê paşê li ser hesabê wê ya medyaya civakî hat daxuyandin ku ew bi şewba Kovîd-19ê ketiye, 35 rojan di nexweşxaneyê da maye û 2 meh berê jî wefat kiriye.