Dinya

Li Iraqê ji ber Kovîd-19ê û ji ber qelsbûna hêza kirînê berhemên cotkaran di nava zeviyan da man

Muhsin Xidir ku li Hewlêrê zeviya wî ya zebeşan heye:"Me par rojane qedera 25 wesayît zebeş dişand halên zerzewatê yên li Hewlêrê. Lê îsal ev hejmar rojê 5 wesayîtan derbas nabe."

Önder Beyter, Abdullah Tel, Haydar Şahin  | 02.07.2020 - Rojanekırın : 03.07.2020
Li Iraqê ji ber Kovîd-19ê û ji ber qelsbûna hêza kirînê berhemên cotkaran di nava zeviyan da man

Arbil

 Li parêzgehên li bakurê Iraqê ku ji hêla zeviyên çandiniyê û çem û çavkaniyên avê dewlemed e, ji ber tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê û her wiha ji ber qelsbûna hêza kirînê ya ji ber krîza aboriyê, cotkar destnîşan dikin ku berhemên wan di zeviyan da man.

Li bakurê welêt li parêzgehên Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Helebce û her wiha li deşta Mûsilê rêjeya berf û barana ku salane dibare li gorî başûr, navîn û rojavayê welêt zêdetir e û dîsa li vê herêma destnîşankirî çemên wekî Dîcle, Zapa Piçûk, Zapa Mezin û Sîrwanê derbas dibin û ji lewra jî li vê herêmê zerzewat, fêkî û dan û dexlê curbecur hêşîn dibin.

Muhsin Xidir ku li bajarokê Behîrkayê yê Hewlêrê zeviya wî ya zebeşan heye, ji peyamnêrê AAyê ra destnîşan kir ku li welêt di kelekela havînê da wekî fêkî herî zêde zebeş tê xwarin, lê îsal zebeş nayên firotan.

- "Ji ber vîrusa koronayê û krîza aboriyê ez nikarim berhemên xwe bifiroşim"

Xidir diyar kir ku wî bi tovê zebeş ê ku ji Tirkiyeyê îdxal kir, 45 donim erd ajot û qedera 20 hezar dolarî mesref kir û wiha dewam kir, "Ji bo ku ber û berhem zêde be, ez gelek xebatkarî didim xebatê. Serê donimê 500 dolar mesrefa çê bû. Lêbelê îsal ji ber vîrusa koronayê û krîza aboriyê ez nikarim berhemên xwe bifiroşim. Kar li aliyekî, mesrefa ku min kir jî derneket."

Xidir got, sedemeke din a mayîna zebeşan di nava zeviyan da ew e ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji ber krîza darayî, meaşên karmendên Herêma Kurdistana Iraqê birîn û her wiha hêza kirînê qels bûye û wiha dewam kir, "Me par rojane qedera 25 wesayît zebeş dişand halên zerzewatê yên li Hewlêrê. Lê îsal ev hejmar rojê 5 wesayîtan derbas nabe. Di ser da jî gava meriv ucreta karker, guhestin, hal û komîsyonvan jî lê zêde bike, wê gavê berhevnekirina zebeşan ji bo me çêtir e. Heger em mesrefa berhevkirinê jî bidin ser, zirara me dê derkeve du qatan."

- "Di van rojan da li van deran ne pere, ne kar û ne jî kiryar hene"

Salih diyar kir ku ranezandina mehaniya karmendan ji bo wan dibe sedema tengasiyan û wiha pê da çû: "Ez ji bo zebeş bikirim heftê carekî diçim cem cotkaran. Lê Zebeşên ez dikirim bi zehmetî difiroşim. Di van rojan da li van deran ne kar, ne pere û ne jî kiryar hene. Heke mehaniya karmendan bê razandin wê bi kêrî me jî bê."

- Birincê bi navê "zêrê spî" tê zanîn jî di ambaran da ye

Li Iraqê welatî ji birinc gelek hez dikin û rojê danekî teqez dipêjin lê digel vê hezkirinê niha embar tijî birinc in û kêm tê firotin.

Kesên birinc ajotine jî mîna zebeşfiroşan ji ber Kovîd-19ê û ranezandina mehaniyan zehmetiyê dikişînin.

Serkeft Esediyê li Dilecana gundê ser Bendereşa navçeya wîlayeta Dûhokê ya ji hêla av û deştên xwe va gelek dewlemende cotkariyê dike ev demeke dirêje ku birinc diajo.

Esedî got: "Îsal min li 30 donim erdî 3 cure birinc ajot. Ji meha gulanê vir va ez dixebitim û rojê 7 pale jî bi imn ra ne. Ajotina birinc karekî zehmete û lê di malbatê da 13 nefs hene çi bikim ji mecbûrî em vî karî dikin."

Di axaftina xwe da Esedî ragihand ku ew ji ber şewba Kovîd-19ê nikarin malê xwe bişînin bajarê din û ev yek jî ji bo wan bi xwe ra zehmetiyan tîne û di qada aboriyê da wan dixe nav tengasiyê.

- Xiyar û tametês li zeviyan man

Li gor dîmenên di çapemeniya herêmî û medyaya civakî da hatin weşandin, bi tonan tametês û xiyarên ku cotkaran kom nekerine li zeviyan mane û dirizin. Herî dawîn li Şengala navçeya Mûsilê cotkarekî ji ber ku bihayê ji maliyeta wan kêmtir eşkere kir lêbelê dîsa jî mişterî nedît ku bifroşe xiyar royî ser kolanê kiribû û rewş protesto kiribû.

- Kirîza aboriyê ya li Iraqê

Li Iraqê ji ber daketina bihayê petrolê ya li dinyayê û nexweşiya Kovîd-19ê kirîza aboriyê gelekî mezin bû, di dayîna mehaneya karmendan da tengasiyê dikişînin.

Wezareta Darayiyê ya Iraqê di 1ê hezîranê da diyar kiribû ku dayîna budeçeya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê dan sekinandin, ji bo dîsa budçeyê bidin dibê Bexda û Hewlêr di mijara petrolê da peymanê çêbikin.

Meclisa Bexdayê di 24ê hezîranê da destûr dabû ku hikûmetê ji bo kêmkirina tesîra kirîza malî ji derva an nav welêt 18 milyar dolar pere deyn bistîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın