Li Iraqê berî ziyareta Serokomar Erdogan, alayên Tirkiyeyê bi kolanan va hatin daliqandin
Baghdad
Li Bexdaya paytextê Iraqê û bajarê Hewlêrê, bi minasebeta ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, alayên Tirkiyeyê bi kolan û kuçeyan va hatin daliqandin.
Li Bexdaya ku xwe ji ziyareta Erdogan ra amade dike, pankartên ku li ser "Em bi ziyareta we serbilind bûn" ên bi Tirkî û Erebî hatine nivîsîn li kolana tirbeya Şêx Ebdulqadir Geylanî hatin daliqandin.
Di pankartan da alayên Tirkiyeyê û Iraqê jî li kêleka hev hatin bicihkirin.
Li Hewlêrê jî li kuçe û kolanan alayên Tirkiyeyê hatin daliqandin, her wiha dîmena alaya Tirkiyeyê dan ser Keleha Hewlêrê.
Serokomar Erdogan wê îro bi awayekî fermî, Bexda û Hewlêrê ziyaret bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.