Dinya

Li Iraqê qirêjiya hawirdor û hewayê jiyanê dixe tengasiyê

Haydar Karaalp  | 05.07.2022 - Rojanekırın : 06.07.2022
Li Iraqê qirêjiya hawirdor û hewayê jiyanê dixe tengasiyê

Baghdad

 Li Iraqê ji ber bermahiyên şer û ji ber ku di demên dawîn da timî bahoza xubarê radibe, hewa qirêj e û ev qirêjahiya hewa û hawirdorê dibe sedema nexweşiyan.

Li Iraqê piştî dagirkeriya Amerîkayê 2003yê, ji êrîşên esmanî û operasyonên eskerî kavil gelekî zêde bûn û ev kavil û bermahî li kêleka çeman hatin rokirin. Ji wê demê şûnda kirêjiya der û dorê dest pê kir. Li welêt di demên dawîn da jî nexweşiya penceşêrê zêde bû û wekî sedema nexweşiyê jî qirêjiya derdorê tê dîtin. Li gor gotinê li Iraqê di salekê da nêzî 2 hezarî nexweşên penceşêrê hatin tesbîtkirin.

Her wiha ji ber guherîna av û hewayê ya tevahiya dinyayê jî tesîrê li ser Iraqê kir û di mehê da 3-4 caran bahoza xubarê radibe.

Ji ber bahozên xubarê nexweşên astimê di serî da bi sedan kesan radikin nexweşxaneyan û tên tedawîkirin. Kêmasiyên sektora tenduristiyê carinan dibe sedema mirina van nexweşan.

Qirêjiya hewayê ya bahoza xubarê tesîreke neyênî li ser heywan û eraziyên çandiniyê jî dike.

Casim el-Filahiyê ku bi wekalet Wezîrtiya Hawirdorê ya Iraqê dike, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, li welêt qirêjahiya hewayê pir zêde ye.

Filahî daxuyand ku hem di qamuyê da hem di sektora taybet da telîmatên Wezaretê tên piştguhkirin, lê ew ê di vê mijarê da paş da gav neavêjin û qanûn çi emir dike, ew ê wî bikin.

Filahî got tên dibin sedema qirêjkirina hawirdor wê cezayê pereyê hildin û ji bilî vê dosyeyên wan wê herin ber destê darazê.

Filahî bal kişande pirsgirêkên kurewî û wiha axivî: "Iraq li dinyayê di nav welatên ji ber guherîna avûhewayê zirarê dibîne da di serî da ye. Di mijara ewlehiya avê da jî pirsgirêkên me yên cidî hene. Ji ber kêmasiya baranê qadên dibin çol zêde dibin."

Filahî anî ziman ew hewl didin qirêjiya Çemê Ferat û Dîcleyê kêm bikin, ji bo vê bi serkêşiya Serokwezîr Mistefa Kazimî komîsyonek hatiye avakirin û ji bo ava çem bê parzûnkirin plan û proje hatine amadekirin.

Filahî got ji ber ku dar tên birîn û cihên hêşîn kêm dibin bahozên xîzê çêdibin û divê rê li ber hezazê ya ji ber guherîna avûhewayê çêdibe jî bê girtin.

- Gelê Bexdayê bêhna kibrîtê hildidin

Filahî behsa bêhna kibrîtê ya li paytext Bexdayê tê hildan jî kir û wiha axivî: "Carna li Bexdayê bêhna kibrîtê tê ku ev jî ji ber ku di Santrala Ceyranê ya Dohayê ye. Ji ber ku makîneyên li wir baş naxebitin bêhn çêdibe. Ev jî dibe sedema pirsgirêkên civakî û aboriyê."

Berpirsê Çapemeniyê yê Meteorolojiyê ya Iraqê Amir Cabirî jî got bahozên xîzê gelek caran çêdibin ku ev jî dibe sedema qirêjiya hewayê.

Cabirî got ji ber barana kêm, kêmasiya cihên hêşîn hewa û hawirdor qirêj dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın