Dinya

Li Iraqê Tevgera Sadr ku serkeftiyê hilbijartinê ye wê namzedê serokwezîr ji nav xwe derxe

Haydar Karaalp  | 15.10.2021 - Rojanekırın : 16.10.2021
Li Iraqê Tevgera Sadr ku serkeftiyê hilbijartinê ye wê namzedê serokwezîr ji nav xwe derxe

Baghdad

 Li Iraqê di hilbijartina giştî da Tevgera Sadr yekem derket û niha seba avakirina hikûmetê hevdîtinan dike. Endamê komîteyê Nassar Rûbayiyê ku hevdîtinan dike diyar kir ku ew dixwazin ji dêvla siyasetmedaran kabîneyeke ku ji kesên serbixwe pêk tê ava bikin û namzedê serokwezîr jî wê ji nav xwe nîşan bidin.

Rûbayiyê nûnerê Muqteda es-Sadrê pêşengê şîeyan daxuyanî da INAya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê û diyar kir ku ew ê wekî yên berê wezaretan li partiyan bela nekin û hikûmeteke bi wî rengî ava nekin.

Rûbayî wiha axivî ,"Hikûmeta ku em ê ava bikin, wê her kesî temsîl bike (ji kesên serbixwe) pêk were."

Li Iraqê di 10ê cotmehê da hilbijartina giştî ya pêşwext hat kirin û Tevgera Sadr bûbû yekemîn û 73 parlamenter şandibû meclisê.

Sadr piştî hilbijartinê seba avakirina hikûmetê komîteyek dabû avakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın