Dinya

Li Iraqê di Hezîrana 2021an da wê hilbijartina pêşwext bê kirin

Nihat Kavşut  | 01.08.2020 - Rojanekırın : 02.08.2020
Li Iraqê di Hezîrana 2021an da wê hilbijartina pêşwext bê kirin

Baghdad

 Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir di 6ê Hezîrana 2021an da wê hilbijartina pêşwext bê kirin.

Kazimî di televizyona fermî da xitabî gel kir û destnîşan kir ji terefê Amerîkayê ra gotine ku "li welêt hewcedariya me bi baregehên we yên eskerî tuneye" û ew tenê di warê aborî û perwerdekirina hêzên ewlehiyê da ji Washingtonê destekê dixwazin.

Mistefa Kazimî bal kişand ser nîqaşên li ser hilbijartina pêşwext û got ku em ê di 6ê Hezîrana 2021an da hilbijartina pêşwext bikin û ji bona vê çi bikeve ser milên me jî em ê bi cî bînin.

Kazimî bang li meclisê kir ku qanûna hilbijartinê ya nû demildest bikeve rewacê.

Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê meha Gulanê hatibû ser wezîfeyê û ji wê çaxê da behsa hilbijartina pêşwext dikir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.