KERKUK
Li İraqê êrîşeke bibombe li ser konvoya Wezîrê Werzîş û Ciwaniyê Casîm Muhammed Cafer hat kirin.
Li gor agahiyan, Cafer li bajarê Silêmaniyê herêma Sûleyman Begê beşdarî merasîma mehr birînê ya komî bû. Li wir êrîşeke bibombe li konvoya Cafer hat kirin. Wezîr Cafer û muhafizên wî bê birîn ji êrîşî xilas bûn, lê erebeyên wan xisar dît.
Berpirsyarên Iraqê der barê êrîşê de hêj tu agahî nedan û tu kesî jî êrîş ne girt ser xwe.
Ji hêla din hat ragihandin ku êrîşeke bibombe jî li mala Waliyê Diyalayê Omer el-Hîmiyrî hat kirin.
Berdevkê Çapemeniyê yê Walitiyê Turas Mahmud daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, kesên ku nasnameya wan nediyar êrîş li mala Waliyê Diyalayê Omer el-Hîmiyrî kirin. Ji ber ku tu kes ne li malê bû, tiştek bi tu kesî nehat lê di malê de gelek xisar çêbû.