Li Hong Kongê di sîteyekê da şewat derket û 55 kes mirin, ji 279 kesan xeber nayê sitandin
Di sîteyê da ya ku tê texmînkirin derdora 4 hezar kes lê dimînin, ji 7 apartmanan li 3yan şewat hat kontrolkirin û li 4 avahiyan xebatên temirandina şewatê berdewam in
Hong Kong
Hat ragihandin li herêma Tai Po ya Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê ya Çînê, di sîteyeke 8 apartmanî da ji ber şewata ku duh derket hejmara kesên mirin derket 55an.
Peywirdarên Îtfaiyeya Hong Kongê di civîna çapemeniyê ya li cihê bûyerê da daxuyandin ku hejmara mirî û birîndaran zêde bû.
Hat destnîşankirin, ji ber şewatê heta niha yek jê îtfaiyevan bi tevahî 55 kes mirin, ji 76 birîndarên rakirin nexweşxaneyê jê rewşa 28an giran e û ya 15an jî krîtîk e.
Duh nîvro di Sîteya Wang Fukê da ya ku ji 1900î zêdetir daîre lê hene, şewatê dest pê kiribû û di rûyê îskeleyên bambû da yên ji bo nûkirina avahiyan di cebheyê derva da sazkirî bûn û her wiha alavên îzolasyonê, şewat bi lez û bez belav bûbû.
Di sîteyê da ya ku tê texmînkirin derdora 4 hezar kes lê dimînin, ji 7 apartmanan di 3yan da şewat hat kontrolkirin. Her wiha zêdetirî 24 saetan e ekîbên îtfaiyeyê xebatên temirandina şewatê didomînin.
Hat diyarkirin hê jî ji 279 kesan xeber nayê sitandin.
Du midûr û endazyarê şêwirmend ên şirketa tedîlata sîteyê dimeşand, hatin binçavkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
